Li Çînê erdhej çêbû: 111 kesan jiyana xwe ji dest da, 220 kes birîndar bûn

  • cîhan
  • 09:32 19 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Çînê bi pileya 6.2 erdhejek çêbû. Li gorî agahiyên ewil 111 kesan jiyana xwe ji dest dan û 220 kes jî birîndar bûn. 
 
Li eyaleta Gansû ya bakurêrojhilatê Çînê bi pileya 6.2 erdhejek çêbû. Li gorî agahiyên ewil 111 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî nûçeya ajansa Çînê Xînhua’yê duh nîva şevê navenda wê Cişişan Baoan Doanşiang û navçeya xweser Salar bi pileya 6.2 erdhejeke çêbûye. 
 
111 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Di erdhejê de li gorî agahiyên ewil li eyaleta Gansûyê 100 kesan jiyana xwe ji dest daye û 96 kes jî birîndar bûne. Li eyaleta cîran Çînghayê jî 11 kesan jiyana xwe ji dest dane û 124 kes jî birîndar bûne. Ji bîlî vê yekê li jîngehên derdorê şebekeyên av û ceyranê, binesazî û torên ragihandinê zirar dîtî ye. Ji bo xebatên xelaskirinê ji yekeyên agirkujiyê û afetê tîmeke ji 580 kesan pêk tê şandine herêmê. 
 
Serokê Dewletê yê Çînê Şî Cînpîng ferman da ku xebatên lêgerîn û xelaskirinê bilez bên kirin û ji bo ewlehiya can û malên welatiyan sererastkirinên pêwîst bên kirin. Şahidan dan zanîn ku piştî erdhejê li herêmê gelek xanî, rê û binesaziyan zerar dîtiye û li gelek gundên girêdayî navçeyê av û ceyran hatine birîn. 
 
HERÊMA ERDHEJÊ 
 
Herêma ku li ser xeta fayê ya fireh a dirêjiya Çiyayên Hîmalayayê disekine, yek ji herêmên herî mezin a Çînê ye. Li eyaleta Siçûan a li başûrê herêmê, di îlona 2022’yan de erdhej pêk hat û herî kêm 93 kesan, di sala 2008’an de bi pileya 7.9’an erdhejek pêk hat û nêzî 90 hezar kesan jiyana xwe ji dest da.