Zîzek tev li 'Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan’ bû

  • cîhan
  • 14:41 15 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Fîlozof Slavoj Zîzek tev li “Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan” bû û wiha got: “Abdullah Ocalan ji bo avakirina cîhaneke  ne dibêje ku divê ji ewil civak pergala heyî bireveşe. Ev, pêşdîtineke sosyal metafîzîk e.” 
 
Fîlozofê navdar Slovaj Zîzek tev li 'Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan’ bû ku bi wesîleya Hefteya Mafên Mirovan hate destpêkirin. Zîzek, beşên ji parêznameyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwend û nirxandin kir. 
 
Zîzek beriya ku dest bi xwendinê bike wiha got: “Ji bo min cihê rûmetê ye ku du paragrafên kurt û bedew ên Ocalan bixwînim ku li ser mijara 'divê çawa bijî, çi bê kirin û ji ku dest pê bike.’ Biaxivim. Ev tekst pirsa hebûna me ya li nava cîhana heyî yekser dinirxîne.”
 
Piştre jî Zîzek ji parêznameyên Abdullah Ocalan dest bi xwendina paragrafa duyemîn a beşa 351'emîn kir: “Bersiva li pirsa 'divê çi bê kirin' pênc sed sal in bi berfirehî hatiye dayin. Tu dê bi rengekî şexsî bijî, tenê xwe bifikirî, bi gotina 'tekane rê rêya modernîteyê ye' tu dê ya dibe para xwe bikî. Rêya wê diyar e, ûsilê wê diyar e; her kes çi dike, tu jî dê mîna wan bikî. Heke tu patron bî wê demê dê qezenc bikî. Tu kedkar bî wê demê dê li pey mûçeyê xwe bikevî. Çûyîna li pey kiryarên cuda ehmeqî ye. Heke israr bike, encama vê yekê jî derxistina derveyî sîstemê ye, bêkarî ye, bêçaretî ye, rizandin e. Jiyan veguherandine bezeke hestan a metirsîdar. Bersiva hevpar a destpêkê ya ji bo pirsên 'Divê çawa bê jiyîn, çi bê kirin, ji ku dest pê bike' divê li ser bingeha dijberiya li sîstemê be. Lê belê dijberiya li sîstemê di nava sîstemê de, şervaniyeke heqîqetê ya mîna zanyarên berê ferz dike ku her kêliyê mirinê didin ber çavên xwe. Bi rengê ziheviya çawa bê jiyîn û ji ku dest pê bike, divê kirasê bi zirx ê modernîteyê ji xwe bê kirin, jê nefret bê kirin û dest ji vê jiyanê bê berdan. Dema pêwîstî pê hebe tu yê di her kêliyê de verişî, mîde, mejî û bedena xwe ji vê jiyanê paqij bikî. Heke te weke bedewê herî mezin ê cîhanê pêşkêş bike jî tu dê ya di nava xwe de verişî û bersivê bidî.” 
 
‘VERIŞÎNA PERGALÊ’ 
 
Piştî xwendina paragrafê jî Zîzek ev nirxandin kir: “Bi dîtina min ev beş tiştekî bedew a metafîzîk e ku şewqê dide. Her wiha nîşanî me dide ku em li ku ne. Em di nava sîstemeke welê de ne ku xwe şexsî pêşkêş dike, divê her yek ji me jiyaneke xweser bijî, ne weke yên din. Lê belê di bin vê quretî, valahî û piraniyê de rewşeke acizker heye ku dişibe hev. Em mîna her kesî ne. Baş e divê çi bê kirin? Ocalan di vir de metaforeke diyar û bêhempa pêşkêş dike. Verişîna sîstemê.”
 
Zîzek peyva 'Azadî şertekî azadbûyînê ye” ya Herbert Marcûse bi bîr xist û wiha domand: “Ji bo mirov dikevin nava pêvajoya rizgarî û azadîbûna civakî, beriya her tiştî divê mirov xwe azad bikin. Divê xwe bigihîne asta herî kêm a azadiyê; ev yek jî tê wateya xwepaqijkirina ji têkçûnên heyî yên bi jiyana me re bûne yek. Mîna ku Ocalan li vir teolojiya cuhiyan a kevn vedibêje ku li gorî wê teolojiyê Xweda beriya cîhanê biafirîne divê valahiyê biafirîne û tiştên piştre afirandiye hemûyan di nav de bi cih bike. Weke materyalîstekî, Marksîstekî Ocalan got, ji bo afirandina cîhaneke nû ya civakî, beriya her tiştî divê sîstema heyî bê verişîn. Qebûlkirina valahiyê, rizgariya ji zexta giran a cîhana heyî. Ev yek hesteke navxweyî ya bêhempa ya metafîzîk a civakî ye.
 
DIVÊ EM WÎ BIŞOPÎNIN
 
Ocalan gelek analîzên civakî kir, analîzên bi bandor kir lê belê di van herdu paragrafan de ku min ji we re xwend, mîna ku hûn hemû koordînatên bingehîn ên metafîzîkê bi dest dixin. Û em jî divê wî di vê mijarê de bişopînin.”