WHO: Nexweşxaneya Şîfayê êdî nikare xizmetê bike

  • cîhan
  • 08:55 19 Mijdar 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê têkildarî Nexweşxaneya Şîfayê ya dibe hedefa êrişên Îsraîlê axivî û wiha got: “Av, xwarin û sotemenî tune ye. Alav û amûrên tibî jî nemane.” 

 
Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus ragihand ku Nexweşxaneya Şîfayê ya li Xezeyê ku dibe hedefa êrişên Îsraîlê nema dikare xizmetê bike. Ghebreyesus, têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal a X’ê diyar kir ku peywira ku xetereyeke meizn di xwe de dihewîne bi pêşengtiya şandeya nirxandinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve li Nexweşxaneya Şîfayê dimeşîne. 
 
Ghebreyesus, ev agahî parve kir: “Şandeyê dît ku êdî nexweşxane nema dikare xizmetê bike. Av, xwarin û sotemenî nema ye. Alav û amûrên tibî jî qediya ne. Xebatkarên tenduristiyê xwestin ku nexweşên ku êdî nema dikarin alîkariya jiyanî wergirin ji wir derxînin.”