Li dijî baregeha Eyn Esedê bi droneyan êriş hate kirin

  • cîhan
  • 15:16 15 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî baregeha leşkerî ya Eyn Esedê ya Amerîkayê ya li Iraqê dîsa êriş hate kirin. 
 
Çapemeniya Iraqê ragihand ku li dijî baregeha Eyn Esed a Amerîkayê ya li parêzgeha Enbarê êriş hate kirin. Hat ragihandin ku êriş bi dronan hatiye kirin lê têkildarî encamên êrişê tu agahî nehatin bidestxistin. 
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji 7’ê cotmehê ve zêdetirî 30 êriş li dijî baregehên Amerîkayê yên li Iraq û Sûriyeyê hatin kirin.