Dewleta Îranê 9 kes bi dar vekirin

  • cîhan
  • 22:52 8 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê ragihand ku li girtîgeheke Îranê 9 girtiyên ku cezayê darvekirinê li wan re hatibû birîn, bi awayekî komî hatin darvekirin.
 
Îro li girtîgeha Qezal-Hesar a li bajarê Kerec a Komara Îslamî ya Îranê 9 girtiyên ku cezayê darvekirinê li wan hatibûn birîn, hatin darvekirin.
 
Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro li girtîgeha Qezal- Hesar a li bajarê Kerecê 9 girtiyên ku 5 ji wan bi sûcê kuştinê, 3 girtî bi sûcê têkiliyên bi madeyên hişber re û girtiyek jî bi sûcê diziya çekan cezayê darvekirinê li wan hatibûn birîn, bi awayekî komî hatin darvekirin.
 
Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê diyar kir ku sûcên peywendiyên bi madeyên hişber re li Îranê li gorî sala borî du qat zêde bûne, ji bilî madeyên hişber, salane ji ber sûcên kuştinê gelek girtî tên darvekirin.
 
Ajansa nûçeyan a Herana ya Îranê ragihandibû ku di navbera 10’ê Cotmeha sala 2022’an heta 8’ê Cotmeha sala 2023’an herî kêm 659 kes li Îranê hatine darvekirin ku 17 jê jin û tawanbarên zarok bûn.
 
Li ser vê yekê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di daxuyaniya herî dawî ya der barê mafê mirovan ya li Îranê de zêdebûn rêjeya darvekirinên li Îranê bi tirsnak û metirsîdar bi nav kiribû.