Cîgirê Serokwezîrê Îtalyayê: Gotinên Erdogan mehdê meriv li hev dixe

  • cîhan
  • 15:40 25 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Salvini ji bo gotinên Erdogan ku ji bo Hemasê anîbû ziman, got: “Mehdê meriv jê li hev dikeve.” 
 
Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan di komcivîna partiya xwe ya Meclisê de axivî û xwedî li Hemasê derket û pesnê Hemasê da. Berteka ewil ji Îtalyayê hat. 
 
Gotinên Erdogan ji bo Hemasê anî ziman ji Cîgirê Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Salvini hat pirsîn. Salvini ji bo axaftina Erdogan got: “Mîdeya-mehdê meriv jê li hev dikeve.” 
 
Salvini da zanîn ku ew ê gazî Sefîrê Tirkiyeyê yê Îtalyayê bikin ku biçe Wezareta Karên Derve û dê pêşniyara protestoyê lê bikin.