Li Efxanistanê bi pileya 6.5’ê erdhej çêbû

  • cîhan
  • 09:27 15 Cotmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efxanistanê bi pileya 6.5 erdhej çêbû. Têkildarî ziyanên madî û canî tu agahî nehatin bidestxistin. 

 
Saziya Lêkolînên Jeolojiyê ya DYA’yê (ESGS) da zanîn ku li bajarê Heratê ya li bakurê Efxanistanê bi pileya 6.5’ê erdhej çêbû. Hat ragihandin ku erdhej 8.2 km’an di bin erdê de pêk hatiye û erdhejokên li herêmê hêj didomin. Têkildarî windahiyên madî û canî tu agahî nehatin bidestxistin. 
 
Hefteyek berê jî li bajarê Heratê bi pileya 6.3’yê erdhej çêbûbû. Hikûmeta Efxanistanê diyar kir ku xebatên lêgerîn û rakirina kavilan didome, hejmara miriyan 2 hezar derbas kiriye û zêdetirî 10 hezar kes jî bêmal mane.