Li Gazeyê hejmara miriyan derket hezar û 799’an

  • cîhan
  • 17:48 13 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiye ya Filistînê hejmara Filistîniyen ku di bombebarana Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan, derket hezar û 799'an.
 
Wezaretê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku 583 jê zarok 351 jin hezar û 799 Filistînî mirin û zêdeyî 7 hezar kes jî birîndar bûne.
 
Li gor daxuyaniya berdevkê artêşa Îsraîlê jî ji 7’ê Cotmehê heya niha di êrişên Hamasê de zêdetirî hezar û 300 kes li Îsraîlê hatine kuştin û zêdetirî 3 hezar û 200 kes jî birîndar bûne.
 
Hêza hewayî ya Îsraîlê ragihand ku wan bi şev 750 "hedefên leşkerî" yên li Gazeyê bombebaran kiriye.