Li Efxanistanê di mizgeftê de teqîn çêbû: Mirî û birîndar hene

  • cîhan
  • 16:52 13 Cotmeh 2023
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Baglan ê Efxanistanê di dema nimêja înê de li mizgefteke şîiyan de teqînek rû da. Hate diyarkirin ku di teqînê de mirî û birîndar hene. 
 
Li wilayeta Baglan ê bakurê Efxanistanê di dema nimêja înê de li mizgefteke şîiyan de teqînek rû da. Hate aşkerekirin ku di teqînê de gelek mirî û birîndar hene. Li gorî ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand, rayedarê hikumetê Mawlawi Hashimi, têkildarî bûyera li bajarê Pûlî Hûmrî wiha got: “Di mizgefteke şîiyan de teqînek rû da. Rayedar mirî û birîndaran dibin nexweşxaneyê.” Hêj kesekî êriş negirtiye ser xwe. Hashimi, da zanîn ku rayedar li ser wesfa teqînê lêkolînan dikin. Têkildarî hejmara mirî û birîndaran tu daxuyaniyên fermî nehatin dayîn.