Îsraîl: Cenazeyên hezar û 500 milîtanên Hamasê hatin dîtin

  • cîhan
  • 11:47 10 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Îsraîlê ya ku bênavber êrişî Gazeyê dike ragihand ku wan hezar û 500 cenazeyên milîtanên Hamasê dîtine.
 
Hamasê ji Şerîda Gazeyê li dijî Îsraîlê bi navê “Tofana Aksayê” operasyonek da destpêkirin. Pevçûnên piştî vê operasyonê di navbera Artêşa Îsraîlê û Hamasê didomin her ku diçe bîlançoya şer girantir dike. Tevgerên Hewayî yên Îsraîlê ragihand ku wan duh bi şev heya sibê nêzî 200 hedefên Hamasê hedef girtin. Li gorî nûçeyên BBC’yê jî Hêzên Hewayî yên Îsraîlê (IAF) ragihand ku wan biryargeheke li Rimal û Han Yunusê, depoyeke çekan a nava mizgeftekê û maleke fermandarekê Hamasê hedef girtine. 
 
Hamasê têkildarî bilançoyê gefa misîllemeyê li Îsraîlê xwar û anî ziman ku ew ê sivîlên Îsraîlî înfaz bikin. 
 
ARTÊŞÊ DAXUYANÎ DA
 
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Tugamîral Daniel Hagari destnîşan kir Şerîda Gazeyê û sînor hatiye kontrolkirin. Hagarî da zanîn ku di nava roja dawî de tu kes ji sînor derbas nebûne. Berdevkê Artêşa Îsraîlê Mîralay Richard Hech daxuyand ku wan cenazeyên hezar û 500 milîtanên Hamasê dîtine. 
 
704 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Wezareta Tenduristiyê ya Filîstînê li ser hesaba xwe ya Facebookê daxuyaniyek nivîskî parve kir û da zanîn ku di êrişên hewayî yên Îsraîlê de li Rojavayê Şerîayê 143 zarok, 105 jin, bi giştî 704 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hejmara birîndaran jî nêzî 4 hezaran e.