Di şerê Filistîn û Îsraîlê de hezar û 113 kesan jiyana xwe ji dest da

  • cîhan
  • 23:47 8 Cotmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor agahiyên fermî di pêvçûnên ku piştî êrişên Hamasê destpêkirin hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû hezar û 113.

Hamasê di 7’ê cotmehê de li dijî Îsraîlê bi navê “Tofana Aksayê” êrişek da destpêkirin. Hejmara kesên di vê êrişê de jiyana xwe ji dest dan zêde bûn. Wezareta Tenduristiyê ya li Gazeyê aşkere kir ku di êrişên Îsraîlê de 78 jê zarok 413 kes jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 300 kes jî birîndar bûne. Çapemeniya Îsraîlê jî aşkere kir ku di êrişan de herî kêm 700 îsraîliyan jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 150 jî birîndar bûne.   

Sekreterên Giştî yê Îslamî Cîhadê Ziad el Nahala da zanîn ku tenê fraksiyona wan 30 îsraîlî li Gazeyê dîl girtî ne û bi lêv kir ku heta ku ev kes neyên azadkirin dê venegerin ser karê xwe.  

AMERÎKAYÊ PIŞTEVANIYA ÎSRAÎLÊ KIR

Hate diyarkirin ku Amerîkayê ji bo piştevaniya Îsraîlê ferman daye ku keştiya Ford a balafiran biçe Rojhilatê Behraspî. Qesra Spî ragihand ku Serokê Amerîkayê Joe Biden bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû re axiviye û wiha gotiye: “Alîkariya ji bo Hêzên Parastina Îsraîlê niha ber bi Îsraîlê ve bi rê ket û rojên di pêş de wê zêdetir bê.”