Li Ewropayê komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

  • cîhan
  • 19:28 7 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê li dehan navendên Ewropayê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.
 
Kurdistanî û dostên wan li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li 12 navendên Almanyayê meş lidarxistin. Gelên ku li welatên din ên Ewropa û Awûstûryayê jî daketin qadan, bertek nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî ya li ber êrişên dewleta tirk ên di rojên dawî de zêde bûne dan û xwestin tavile bikevin nava liv û tevgerê.
 
DÛÎSBÛRG
 
Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku beriya 26 salan pêk hat û weke Komploya 9’ê Cotmehê ket dîrokê, li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê bi mîtîng û meşekê hate proestokirin.
 
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ku li ser banga TJK-E’yê di saet 14:00’an de li Dûîsbûrgê li hev civiyan, ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz girtin.Di mîtîngê de li ser navê TJK-E’yê Ayten Kaplan, Hevseroka KON-MED’ê Ruken Akça, li ser navê KOMAW’ê Fatma Ozer, li ser navê PYD’ê Zozan Dêrik û li ser navê MLKP’ê Şafak Denîz axivîn.
 
Di axaftinan de komploya 9’ê Cotmehê hat protestokirin û êrişên îmhayê yên dewleta tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin.Girse piştî axaftinan dest bi meşê kir.
 
Di axaftinên mîtîng û meşê de hat gotin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo pûçkirina komploya 9’ê Cotmehê li Îmraliyê berxwedaneke asta herî jor nîşan daye û bi projeyên ku di dîlgirtina xwe ya 25 salan de derxistiye pêş ji bo gelê kurd û Rojhilata Navîn bûye hêviyeke mezin. Bi berdewamî wiha hate gotin: “Komplo negihişt armanca xwe, Rojava îspata vê ye. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e. Heta ku Rêber Apo azad bibe wê têkoşîna bêyî navber bidome.”
 
Di axaftinan de êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk hat şermezarkirin û diyarkirin ku di êrişên sê roj in didomin de gelek santralên elektrîkê, navedên trafoyan, nexweşxane, kargeh û cih û warên jiyanê hatine bombekirin û zêdeyî 10 sivîl jiyana xwe ji dest dane.
 
Girseya ku nêzî 3 kîlometreyan meşiya gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Ji Ocalan re Azadî”, “Kujer Erdogan”, “Her der Rojava, her der Kurdistan” û “Artêşa Tirk a dagirker ji Kurdistanê bicehime” hatin berzkirin.
 
DARMSTADT
 
Di vê çarçoveyê de bi sedan Kurdistanî li Darmstadtê meşiyan. Kurdistaniyên li Gîessen, Russelsheîm, Frankfûrt, Hanaû, Mannheîm û Offenbanchê dijîn beşdarî meşê bûn.
 
Çalakgerên ku di saet 14:00’an de li Darmstadt Lûîsenplatzê li hev civiyan, ber bi kolana herî qelebalix a bajêr ve çûn û li navenda bajarê Darmstadtê bi mîtîngekê dawî li çalakiya xwe anîn.
 
AMSTERDAM
 
Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd meş û mîtîngek hat lidarxistin.
 
Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û danezanên ku komployê vedibêje hatin belavkirin.
 
Di axaftinên çalakiyê de bal kişandin ser dîlgirtina 25 salan û tecrîdê û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
 
RENNES
 
Êrişên dewleta tirk ên bi ser Rojava li bajarê Rennes ê Fransayê bi meşeke hatin protestokirin.Kurdistanî û dostên wan ku li qada Place Colombîerê li hev civiyan, di saet 15:00’an de heta qada Rebuplîcê belavokên bi zimanê Fransî belav kirin. Her wiha berteş nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî ya li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ku di rojên dawî de zêde bûne, dan û xwestin tavile bikevin nava lîv û tevgerê.
 
SYDNEY
 
Di çalakiya protestoyî ya li bajarê Sydney ê Awûstralya de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Rojava hatin şermezarkirin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve li Town Hallê hat lidarxistin û bang li raya giştî ya navneteweyî hat kirin ku li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk tavile bikevin nava lîv û tevgerê.
 
Di daxuyaniya Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Awûstralyayê de hat destnîşankirin ku dewleta tirk bi êrişên bi ser Rojava dixwaze hemû destkeftiyên gelê kurd tasfiye bike û got ku divê hemû mirovahiya pêşverû li hemberî van êrişên qirkirinê xwedî helwest bin.
 
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Terorîst Erdogan” û “Terorîst Tirkiye” bi dawî bû.
 
Heman rojê gelek parlementerên Partiya Keskan a Awûstralyayê û Partiya Karkeran li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Sydneyê li hev civiyan. Senatorê Partiya Keskan Davîd Shoebrîdge axaftinek kir. Shoebrîdge êrişên hewayî yên dewleta tirk şermezar kir û got ku ew ê van êrişan bibin Parlementoya Federal.