Dê li Qibrisê Konferansa Modernîteya Demokratîk bê lidarxistin

  • cîhan
  • 20:18 6 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEAYN - Li bajarê Lefkoşayê yê dê bi beşdariya parlementer, parêzer û aktîvîstan bi sernavê “Di şerê cîhanê yê sêyemîn de li dijî modernîteya kapîtalîst paradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan” konferansek bê lidarxistin.
 
Navenda Çanda Kurd a Theofîlosê wê 7’ê Cotemehê (sibê) li paytexta Qibrisê Lefkoşyayê bi mijara “Di şerê cîhanê yê sêyemîn de li dijî modernîteya kapîtalîst paradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan” konferansek li dar bixe.
 
Konferans wê bi dirûşmeya “Ji Qibrisê heta Kurdistanê: Zehmetî û perspektîfên di avakirina civakeke azad û demokratîk de” bê lidarxistin. Gelek partiyên siyasî, parlementer, rêxistinên sivîl, sendîka û rêxistinên ciwanan ên li Qibrisê beşdarî konferansê bibin.
 
Komîteya Amadekar a Konferansê, ji bo konferansa ku wê li sûka kevn a li Palloûrîotîssa ya li kolana 7 Agîos Andreou ya Lefkoşyayê bê lidarxistin, bi daxuyaniyeke banga tevlîbûna xurt kir.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku konferans ji bo gelê Qibrisê xwedî wateyeke dîrokî ye û wiha hate gotin: “Em li ser geşedanên ji Rojhilata Navîn heta Rojhilata Ewropayê, zehmetî û bendewariyên di avakirina civakên azad û demokratîk de, konferansek li dar dixin. Modernîteya kapîtalîst navend û çavkaniya krîza piralî ya heyî ye. Pirsgirêkên civakî û ekolojîk mezin dibe û ev yek şerekî nû yê cîhanê bi xwe re tîne.
 
Bi vê yekê re pergala modernîteya kapîtalîst beriya her tiştî di nava xwe de krîz û kaosê dijî. Divê ji bo Qibris, Kurdistan û gelek gelên din ên herêmê, ji bo pergala ku li dijî mirovahî û xwezayê ye, alternatîfan bigerin û nîqaş bikin.
 
Di vê çarçoveyê de şoreşa Kurd ji bo hêzên demokratîk ên cîhanê hêviyek e. Di demeke ku krîzên pergala kapîtalîst dewam dikin de, şoreşa li Rojava nîşanî me dide ku rêveberiya xweser a civakî ya li ser bingeha azadiya jinê, demokrasiya radîkal û ekolojiya civakî pêkan e.
 
Di vê wateyê de armanca êrîşên dewleta Tirk ên li ser destkeftiyên demokratîk ên li Kurdistanê ji holê rakirina nasname û çanda gelê Kurd e, her wiha bi vê yekê re armanc dike ku ev projeya siyasî ya alternatîf jî ji holê rake. Polîtîkaya krîmînalîzekirinê ya li Ewropayê li dijî tevgera Kurd tê meşandin, divê weke hewldana îzolekirina destkeftiyên demokatîk were fêmkirin.”
 
Komîteya Amadekar diyar kir ku konferans wê ji 3 rûniştinan pêk were û da zanîn ku ji xeynî siyasetmedarên Kurd û nûnerên jin, navên li jêrîn wê di konferansê de biaxivin:
 
Costas Mavrîdes (Endama Parlementoya Sosyalîst û Demokratan a Ewropayê)
 
Demetres Papadakîs (Parlementerê Parlementoya Ewropayê)
 
Solon Antartîs (Mamoste, Endamê CyprusIndymedîa- Endomedîa- Endamê Tevgera Piştevaniyê ji bo Kurdistanê a Qibrisê)
 
George Perdîkes (Parlementerê Partiya Hevkariya Welatiyan yê berê, Sekreterê Lefkoşyayê)
 
Efstathîos Efstathîou (Parêzerê Siyasetmedar Kenan Ayaz)
 
Giorgos Koukoumas (Parlementer, Nûnerê Çapemeniya AKEL’ê)
 
George Tattîs
 
Foivos Sparos (Berdevka Komîteya hevgirtina bi gelê Kurd re ku li Qibrisê hatiye avakirin)
 
Encamnameya konferansê wê di daxuyaniya çapemeniya ku li Lefkoşyayê ji bo starta kampanyaya “Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bê dayîn de bi çapemenî û raya giştî re bê parvekirin.