Hejmara kesên di lehiya Libyayê de mirin bû 4 hezar û 333

  • cîhan
  • 10:39 5 Cotmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî agahiyên hatine tomarkirin li Libyayê ji ber lehiyê hejmara qurbaniyan bû 4 hezar û 333 û 8 hezar û 500 kes jî winda ne. 

 
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) daxuyand ku li rojhilatê Libyayê hejmara kesên di lehiya di 10’ê îlonê de rû dabû û canê xwe ji dest dane, gihîştiye 4 hezar û 333'an. Berpirsê tîma tenduristiyê ya lezgîn ku li herêma Libyayê wezîfedar e Hale Hudari der barê rewşa tenduristiya li herêmê agahî da. Hudari lehiyê wek “karesatê” pênase kir û ew li bajarê Derde ye û hilweşandina li wir bi çavê xwe dîtiye. 
 
Hudari diyar kir ku li herêma karesatê 8 hezar û 500 kes winda ne û di nav qurbaniyan de 101 xebatkarên tenduristiyê jî hene û ev ji bo sektora tenduristiyê windahiyek mezin e.