Hejmara qurbaniyên erdheja Fasê nêzî 3 hezaran bû

  • cîhan
  • 11:33 28 Îlon 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di erdheja Fasê de jiyana xwe ji dest dayîn derket 2 hezar û 960 kesan. 
 
Di 8’ê îlonê de li bajarê Marakeş a Fasê bi pileya 7’ê edhej çêbû. Hejmara qurbaniyên erdhejê roj bi roj zêdetir dibe. 
 
Berdevkê Hikûmeta Fasê Mûstafa Baytas da zanîn ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn derket 2 hezar û 960 kesan. Baytas, got ku xebatên ji bo tespîtkirina malên hilweşiyayîn didomin.