Li eywaneke dawetê ya Mûsilê şewat: Zêdetirî 100 kesî mirin

  • cîhan
  • 08:41 27 Îlon 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Duh bi şev li qezaya Hemdaniye ya ser bi Musîlê ve li eywanek dawetê şewat derket. Tê gotin herî kêm 114 kesan jiyana xwe ji dest dane.
 
Li gorî medya Iraqê duh bi şev li qezaya Hemdaniye ya ser bi Musîlê ya Iraqê ve li eywanek dawetê şewat derketiye. Li gorî çavkaniyan, dawet ya malbatek Xiristiyan bû. Tê gotin piştî şewat derketî, li eywana dawetê îzdîhamek mezin çêbûye.
 
Li gorî medya Iraqê di encama şewat û îzdîhamê de 114 kes mirine û bi sedan kes jî birîndar bûne. Li gorî agahiyan birîna gelek ji birîndaran girane.
 
Tê gotin dibe ku hejmara mirî û birîndaran zêdetir be.
 
Der barê bûyerê de heya niha tu daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.