Erdogan û Biden bi rojeva F-16’an hevdîtin kirin

  • cîhan
  • 16:05 10 Îlon 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Erdogan piştî Lûtkeya G20’ê daxuyanî da. Erdogan got ku têkildarî F-16’an bi Biden re hevdîtin kiriye û wiha got. “Tiştekî rast nîne mijara F-16’an girêdayî mijara Swêdê dikin.” 
 
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan piştî bidawîbûna Lûtkeya Serokên G20’ê ku li paytexta Hindistanê Delhiya Nû hate lidarxistin, daxuyanî da. Erdogan, Korîdora Dexl a Behra Reş bi bîr xist û got ku bi saya peymanê 33 hezar tonên dexl ketiye piyasayê. Erdogan, diyar kir ku çareseriyeke Rûsya ne di nav de rast nîne û da zanîn ku di çarçoveya Lûtkeya G20’ê de bi Serokê DYA’yê Joe Biden re li ser pêyan hevdîtinek kiriye. Erdogan, wiha ot: “Tiştekî rast nîne ku ji bo wergirtina F-16’an şertê endamtiya Swêdê ya NATO’yê deynin pêşiya me.” 
 
Bi domdarî Erdogan ev tişt anî ziman: “Me bi birêz Biden re têkildarî F-16’an hevdîtin kir. Mixabin dostên me dibêjin ileh Swêd. Ev nêzîkatî me xemgîn dike. Di vê mijarê de bersiveke min heye. Hûn dibêjin ‘kongre’, meclis min jî heye. Heta Meclis erê neke Swêd nikare tev li NATO’yê bibe. Ez girêdayî Meclisê me. Tiştekî rast nîne mijara F-16’ê girêdayî Swêdê dikin.”