Hunermendê li dijî ferzkirina girêdana dersokê derketî hate binçavkirin

  • cîhan
  • 11:45 30 Tebax 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend Mehdî Yarrahî bi stran û klîbên xwe bertek nîşanî ferzkirina girêdana dersokê ya li Îranê da û bi îdiaya “li dijî exlaq û kevneşopiyên civaka îslamî derketiye” hate binçavkirin. 
 
Hunermendê popê Mehdî Yarrahî bi straneke xwe bertek nîşanî ferzkirina girêdana dersokê ya li Îranê da û hate binçavkirin. Dozgeriya Tehranê bi daxuyaniyê ragihand ku Yarrahî hatiye binçavkirin. Hunermend Yarrahî strana xwe ya bi navê “Roosarîto” di roja înê de weşandibû. Di klîba stranê de dîmenên jinên servekirî cih girtin. Di klîbê de her wiha dirûşma “Jin, jiyan, azadî” jî li ser ekranê tê dayîn. 
 
BERIYA BINÇAVKIRINÊ DAXUYANÎ DA
 
Hunermend, Yarrahî beriya were binçavkirin li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Negirîn, ez kabûsa vî dadgerî me.” Parêzerê hunermend, Mûsta Nîlî jî duh li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek da û binçavkirina hunermendî piştrast kir. 
 
Hat ragihandin ku dibe Yarrahî ji ber strana xwe ya bi navê Sirûda Jinan (Soroode Zan) a di cotmeha par de hatibû weşandin jî were darizandin. Ev stran gelek caran ji hêla xwendekarên zanîngehê ve di çalakiyan de hate gotin lewma wisa texmînkirin ku ev stran jî weke sûc were nîşandan.