Îsraîlê êrişî balafirgeha Helebê kir

  • cîhan
  • 11:15 28 Tebax 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê îro di danê sibehê de êrişî balafirgeha Helebê ya Navneteweyî kir.  
 
Ajansa Nûçeyana a Sûriyeyê (SANA) ragihand ku artêşa Îsraîlê îro di danê sibehê de êrişî balafirgeha Helebê ya Navneteweyî kir. SANA'yê da zanîn ku di êrişê de xisar gihişt balafirgehê û êdî nema dikare xizmetê bide.   
 
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî da zanîn ku balafirên Îsraîlê hundirê balafirgehê û depoyeke çekan a milîsên Îranê ya li nêzî balafirgehê hedef girtiye. 
 
Heta niha çi daxuyanî nehatine dayîn bê ka di êrişê de kuştî û birîndar hene yan na.