Li Îranê bagera xîzî: 733 kes rakirin nexweşxaneyê

  • cîhan
  • 16:30 13 Tebax 2023
  • |
img
WAN - Li Îranê bagera xîzî rabû û bandoreke mezin li gelek bajaran kir. Ji ber bagerê, xebata gelek saziyên dewletê û bankayan hatin sekinandin û 733 kes ji ber giliyên cuda çûn nexweşxaneyê. 
 
Ji 10’ê tebaxê heta niha li Eyaleta Sistan-Belucistanê bagera xîz û tozê radibe û heta niha 733 kes rakirine nexweşxaneyê. Di nava 3 rojan de 733 kesan ji ber giliyên cuda serî li nexweşxaneyan dan. Serokê Rewşên Lezgîn ê Sistan-Belucistanê Mecîd Muhîbbî têkildarî rewşê agahî da. 
 
Muhîbbî, da zanîn ku bagera tozê li bajarên Zabul, Zehek, Hamun, Hîrmend û Nîmrûzê bibandor e û ji 733 kesên çûne nexweşxaneyê 58 jê li nexweşxaneyê hatin razandin û tedawiya wan didome. 
 
SAZÎ KETIN BETLANEYÊ 
 
Midûrê Giştî yê Meteorolojiyê yê Sistan-Belucistanê Muhsîn Haydarî jî da zanîn ku ji ber ewrên tozê, li Zabulê navbera dîtinê daket 3 mîtroyan û li Zehekê jî daketiye 2 mîtroyan. 
 
Walîtiya Sistan-Belucistanê jî têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku ji ber bagerên xîz û tozê xebatên sazî û bankayên li bajarên Zabul, Zehek, Hamun, Hîrmend û Nîmrûzê hatine sekinandin û ketine betlaneyê. 
 
Ji meha tîrmehê heta niha li îranê ji ber bagera tozê kesekî jiyana xwe ji dest da û zêdetirî hezar kesan jî serî li nexweşxaneyê dan.