Li Pakistanê trênê qeza kir: 15 kes mirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Pakistanê trêna rêwiyan qeza kir. Li gorî agahiyên destpêkê, di encama qezayê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Trêneke rêwiyan a ji Karaçîî’yê ber bi Abbotabadê ve diçû ji rê derket û qeza kir. Li gorî agahiyên destpêkê; di encama qezayê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 40 kes jî birîndar bûn. Hat zanîn ku gelek rêwî di vagonên ji rê derketin de asê mane.