Li Endonezyayê ferîbotek noqî avê bû: 15 kes mirî, 19 kes winda ne

  • cîhan
  • 11:07 24 Tîrmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li peravên girava Sûlawesî ya Endonezyayê ferîbotek noqî binê avê bû. Herî kêm 15 kes mirin, 19 kes jî winda ne.
 
Li gorî daxuyaniya tîmên operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê, keştî nîvê şevê noqî binê avê bû. Hate ragihandin ku di keştiyê de ku 40 kes hebûn, 6 kes hatin rizgarkirin, lê belê herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, 19 kes jî winda ne. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.
 
Li van giravên komî yên li başûr rojhilatê Asyayê, ku ji 17 hezar giravan pêk tê, ji ber nebûna tedbîrên têrker ên ewlekariyê gelek caran qezayên keştiyan rû didin.
 
Sala 2018'an li Sûmatrayê jî ferîbotek noqî binê avê bûbû û zêdeyî 150 kes xeniqîbûn.