Li Koreya Başûr lehî: Herî kêm 33 kes mirin

  • cîhan
  • 10:22 16 Tîrmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek herêmên Koreya Başûr ji ber lehiyê herî kêm 33 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes winda ne.
 
Li Koreya Başûr bîlançoya lehiyê her ku diçe giran dibe. Di nava 3 rojan de, gelek herêmên welêt di bin avê de man.
 
Wezareta Karên Navxweyî ya Koreya Başûr daxuyaniyek da û ragihand ku di encama barîna baranê ya zêde de 33 kes jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî winda bûne. Hat diyarkirin ku piraniya qurbaniyan ji ber hezazê di bin axê de man e, yan jî ketine ber avê. Piraniya mirinan li eyaleta Bakurê Gyeongsangê çêbûn.
 
Wezaretê destnîşan kir ku li herêmên herî zêde bandor bûne, bi temamiya malan hilweşiyane. Li qada Goesan a li navendê biryara tehliyekirina zêdeyî 6 hezar û 400 kesan hat dayîn. Fikar heye ku bîlanço hîn girantir bibe.
 
Heta roja çarşemê dibe ku hîn zêdetir baran bibare. Koreya Başûr di werza mûsona havînê de timî lehî lê radibin. Lê welêt weke giştî amadekariya xwe dike û windahiya can jî kêm çêdibin.