Derheqê 54 parêzerên piştgirî dabûn malbata Jîna Emînî lêpirsîn hate vekirin

  • cîhan
  • 10:46 14 Tîrmeh 2023
  • |
img
WAN - Derheqê 54 parêzerên piştgirî dan malbata Jîna Emînî ku ji hêla rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin, lêpirsîn hate destpêkirin. 
 
Jina ciwan a kurd Jîna Emînî li paytexta Îranê Tehranê di encama îşkenceya “Polîsên exlaqê” de hatibû qetilkirin. 54 parêzearn jî bi daxuyaniyeke hevpar piştgiriya xwe ya bi malbata Jîna Emînî re ragihandibûn. Parêzeran bi îmzeyên hevpar re diyar kiribûn ku rayedarên hikûmetê derqanûnî tevgeriya ne û ev rewş şermezar kiribûn. 
 
Serdozgeriya Bokanê ji bo îfadeyê bang li 54 parêzaran kir. Di nivîsa serdozgeriyê ya ji parêzeran re hatiye şandin de wiha hat gotin: “Ji bo weşandina wêne, fîlm û nivîsên li dijî parastina rêgezên giştî banga îfadeyê hatiye kirin.” Her wiha di nivîsê de hatiye gotin ku divê parêzer di nava 5 rojan de îfadeyên xwe bidin û piştre jî dê derkevin dadgehê.