Rojnamevan Maroofian a bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn kiribû dîsa hat girtin

  • cîhan
  • 13:07 8 Tîrmeh 2023
  • |
img
WAN - Rojnamevan Nazîla Maroofian a ku bi bavê Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin re hevdîtin kir, careke din hat girtin.
 
Rojnameger Nazîla Maroofian a ku bi bavê Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin re hevdîtin kir, careke din hat girtin. Maroofian ku demeke dirêj li Girtîgeha Evînê ya Tahranê girtî bû, piştî ku bi îdiaya “propagandaya li dijî rejîmê kiriye” û “belavkirina agahiyên derew ji bo bi hevpeyivîna bi bavê Jîna Emînî re bêzar bike” ji ber hevpeyvîna ku çêkiribû, ceza lê hat birîn. 2 sal cezayê girtîgehê û 15 mîlyon cezayê pereyan hate birîn. 
 
Hefteya bihûrî hêzên rejîmê avêtin ser mala Maroofian û kelûpelên wê yên elektronîk desteser kiribûn. Maroofian ku ji bo îfade bide çû dozgeriya Evînê li Tahranê carek din hat girtin.