Êrişa Îsraîlê bi dawî bû: 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan

  • cîhan
  • 12:36 5 Tîrmeh 2023
  • |
img

ENQERE - Îsraîlê ragihand ku êrişa li dijî Cenînê daye destpêkirin bi dawî kiriye û yekîneyên xwe paşve kişandiye. Di encama êrişên du rojan de herî kêm 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. 

 
Artêşa Îsraîlê di roja çarşemê de li Xeta Xezeyê êrişeke hewayî pêk anî. Piştî êrişê jî artêşa Îsraîlê ragihand ku operasyona Cenînê bi awayekî fermî bi dawî bûye û leşkerên xwe ji herêma Cenînê vekişandine. 
 
12 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Îsraîlê di roja duşemê de li Şerîaya Rojava mezintirîn operasyona leşkerî ya salên dawî li dar xistibû. Bi sedan leşker, drone û bûldozerên aîdî artêşê ketibûn nava tevgerê. Di serdegirtinên li kampa koçberan a filistîniyan a li Cenînê de 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku di şer de leşkerekî îsraîlî jî miriye.
 
‘100 FILISTÎNÎ BIRÎNDAR BÛN’
 
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, di operasyonê de 100 Filistînî birîndar bûne ku ji wan reşa 20’an jê giran e. Şerîaya Rojava ji 1967’an ve di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye. Bajarê Cenînê kampeke koçberan e ku weke kelha komên çekdarî yên Filistînî tê pênasekirin. Berê jî gelek caran bûbû hedefa operasyonên artêşa Îsraîlê.
 
Di şeva sêşemê de ji Xeta Xezeyê 5 roket avêtin Îsraîlê. Artêşa Îsraîlê jî di saetên serê sibehê de êrişa hewayî li ser Xeta Xezeyê pêk anî. Hat diyarkirin ku di êrişê de li febrîqeyeke çekan a di bin erdê de ku Hamasê bi kar dianî, hatiye xistin. 
 
ÊRIŞA LI DIJÎ TEL AVÎVÊ
 
Di roja sêşemê de jî li paytexta Îsraîlê Tel Avîvê bi wesayîtê êrişî sivîlan hate kirin. Di êrişê de 7 kes birîndar bûn û ji wan rewşa kesekî giran e. Hamas ku ji sala 2007’an ve Xeta Xezeyê di bin kontrola xwe de digire, ev çalakî silav kir û weke bersiva yekemîn destnîşan kir. 
 
Li gorî AFP’ê; ji serê salê heta niha di şerê Îsraîl-Filistînê de 190 filistîniyan, 26 îsraîliyan, kesekî ji Ûkraynayê û kesekî ji Îtalyayê jiyana xwe ji dest dan.