Prîgojîn, banga Lûkaşenko qebûl kir

  • cîhan
  • 21:50 24 Hezîran 2023
  • |
img
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Dewleta Belarûsê Aleksandr Lûkaşenko daxuyand ku serekê Wagnerê yê koma leşkerên biheq ên rûs Prîgojîn, pêşniyaza kêmkirina rageşiyê qebûl kiriye. 
 
Serokê Dewletê yê Belarûsê Aleksandr Lûkaşenko, bi pesendkirina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, hevdîtin bi serekê Wangerê Prîgojîn re kir. Li gor serwîsa çapemeniyê ya Serokatiya Dewleta Belarûsê, Prîgojîn pêşniyaza Lûkaşenko ya "Divê Wagner pêşveçûna xwe ya li xaka Rûsyayê bide sekinandin" qebûl kiriye. 
 
PIştî daxuyaniya Serokatiya Dewleta Belarûsê, serekê Wagnerê Prîgojîn jî daxuyand ku wan pêşveçûna yekîneyên xwe daye sekinandin û dê dest bi vegera li kampên xwe bikin.