Raportorê Tirkiye yê PE’yê: Şertên hilbijartinê ne bi wekhevî bûn

  • cîhan
  • 20:14 16 Gulan 2023
  • |
img
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Raportorê Tirkiye yê PE’yê Nacho Sancez Amor û Serokê Delegasyona Parlamentoya YE-Tirkiyeyê Sergey Lagondînsky destnîşan kir ku şertên pêkhatina hilbijartinên 14’ê ne bi wekhevî bûne.
 
Raportorê Tirkiye yê Parlamentoya Ewropayê (PE) Nacho Sanchez Amor û Serokê Delegasyona Parlamentoya YE-Tirkiyeyê Sergey Lagodînsky, têkildarê hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Tirkiyeyê, daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar da.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şertên pêkhatina hilbijartinên Serokkomarî û parlamenteriyê yên 14’ê Gulanê, ne bi wekhevî bûne.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku azadiya derbirîn û birêxistinbûnê, ji aliyê çarçoveya zagonî ya heyî ve tê astengkirin.
 
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin: “Duh hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê yên Tirkiyeyê ku wê pê pêşeroja welat û têkiliyên wê yên bi YE’yê re diyar bibin, pêk hat. Tevlêbûna hilbijartinan bi zêdehî û bi awayekê aştiyane ya gelê Tirk, cihê pesindanê ye. Ev, nîşaneya vîna demokratîk a xurt a welatiyan e. Lê wek ku şandeya hilbijartina ya AGÎT/DKÎHB’ê, di daxuyaniya xwe ya têkildarê dîtin û encaman de daye xuyakirin, pêknehatina hilbijartinan bi şertên bi wekhevî, ji bo me cihê xemgîniyê ye. Hêviya me ew e ku ji bo pêkhatina bi şertên bi wekhevî ya pêvajoya hilbijartinan a ji niha û pê ve, rayedar ji bo hilbijartin li gor sozên navneteweyî yên ku Tirkiyeyê dane pêk werin tevdîran bigirin.”