Silawî: Tevî darvekirinan jî em dest ji daxwaza azadiyê bernadin

  • cîhan
  • 10:36 16 Gulan 2023
  • |
img
WAN - Aktîvîst Şeyma Silawî diyar kir ku rejîma Îranê li ser gelên ku xweserî û azadiyê dixwazin tundiyê zêde dike û got: “Gel tevî zext, darvekirin û îşkenceyê jî di axwaza xwe ya azadiyê de bi israr e. Mafê me heye ku em xwe bi rê ve bibin.” 
 
Rejîma Îranê di îlona 2022’yan de me Jîna Emînî hatibû qetilkirin. Piştî qetilkirina Emînî serhildanan dest pê kir û bi vê hêrsa gel re darvekirin jî zêde bûn. Di her çar mehên sala 2023’yan de herî kêm 199 kes ji alyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin. Herî zêde kurd û beluciyên azadîxwaz û xweseriyê dixwazin tên bidarvekirin. Zextên li ser kurd, belûcî û ereban jî gihîştiye astek xeternak. Hefteya bihûrî li girtîgehên Îranê ji 12 saetan carek welatiyek belûcî hat bidarvekirin. 
 
Li gorî rapora Raportura Taybet a Karûbarên Îranê ya Neteweyên Yekbûyî (NY); ji aktîvîstên li Îranê tên bidarvekirin ji sedî 50’yê wan kurd in. Aktîvîsta mafên mirovan Şeyla Silawî zext û darvekirinên li Îranê ji Ajansa Mezopotamya (MA) nirxand. 
 
Şeyma Silawî 10 sal in wek silxwaz li Rêxistina Mafên Mirovan a Ahvazê dixebite. Bavê wê Yûsûf Silawî 10 sal berê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye revandin û ji wê rojê vir ve agahî jê nayê girtin. Silawî dibêje piştî revandina bavê xwe wê dest bi aktîvîstiya mafên mirovan kiriye û di armanca wê de heye ku darvekirinên siyasî rawestîne. Silawî diyar kir ku rejîma Îranê xwe li ser darvekirinê saz kiriye û got: “Rejîm dibêje li Îranê girtiyên siyasî tune ye. Lê em hemû dizanin ku ev derew e. Rejîm tu siyaset, çand, zimanên ji bilî xwe nas nake û hemû xebatên van wek sûc dibîne. Darvekirinên ji salên 1980’î dest pê kirine û heta niha hatine û paşê jî gorên komî hatine dîtin viya nîşan dide. Kurd û gelên din her tim bi polîtîkaya darvekirinê re rûbirû ne.” 
 
BERPIRSIYARIYA EWROPA
 
Silawî destnîşan kir ku tevahiya Ewropayê ji darvekirinên li Îranê berpirsiyar in û Ewropa heta niha li dijî darvekirinan tu gav neavêtiye. 
 
‘GELÊN ÎRANÊ DI BIN ZEXTAN DE NE’ 
 
Silawî diyar kir ku Dewleta Îranê bidarvekirinê peyamê dide gel û wiha got: “Îran bidarvekirinan ji kurdan, belûcî û ereban re dibêje, ‘divê hûn bitirsin, ez zextan li we dikim û hûn nikarin tiştekî bikin’. Jixwe rejîm viya bi rêbazekî dike. Her tim li herêmên Kurdistan û Belûcî zext û zordestiya li ser mafên siyasî, çandî û nasnameyê heye. Çalakî û şahiyên wan tên qedexekirin an jî bi êrişan re rûbirû dimîne. Ev herêm xweseriyê dixwaze. Lewma rejîm dixwaze van herêman bitepisîne û asîmile bike. Rejîm dema van dike jî di heman demê de peyam ji Ewropayê re dişîne û dibêje, hûn nikarin li ser mijara mafên mirovan Îranê di bin zextan de bihêlin. Rejîm bi vî awayî dixwaze bitirsîne.” 
 
‘TEVÎ DARVEKIRINAN JÎ GEL DI DAXWAZA AZADIYÊ DI ISRAR DIKE’ 
 
Silawî da zanîn ku gelên li Îranê tevî hemû zext û polîtîkayên tunehesibandina rejîmê jî li ber xwe dide û got: “Rejîm çareserkirina pirsgirêkan bi darvekirinê difikire. Lê gel hin bêtir xwe bi rêxistin dikin û dibin yek. Ev polîtîka hin bêtir dibe sedemên ku pirsgirêk kûr bibin. Her ku darvekirin zêde dibe, lêgerîna mirovên li edaletê digerin zêdetir dibe. Malbatên qurbaniyan tev li berxwedanê û daxwaza edalet û maf dibin. Îran lêgerîna edaletê û berxwedan berfirehtir dibe. Ji serdema Pehlevî heta niha bi hezaran kurd ji ber daxwazên xwe yên edlet, wekhevî û azadiyê hatin darvekirin lê belê kurd dîsa li ber xwe didin û daxwazên xwe tînin ziman. Rejîmê nikaribû tevgera kurd bisekinîne. Lê hemû dinyayê berxwedan û daxwaza azadiyê ya gelê kurd dît.” 
 
‘MAFÊ ME YÊ XWERÊVEBIYÊ HEYE’ 
 
Silawî anî ziman ku gelên Îranê yên azadiyê dixwazin bi pêşa tundiyê re rûbirû ne û got: “Mixabin em li Îranê ji bilî rejîma Îranê bi pêla tundiya muxalafetê ya xwedî fikra nijadperest û milîtanî re jî rûbirû ne. Di salên dawî de gelê Kurdistanê li dijî her cure neheqiyê têkoşîna xwe anîne astekî û daxwaza xwe wan tê fêmkirin lê belê hewcedarî bi destekê heye. Êdî ew mafê me heye ku em xwe bi rê ve bibin.” 
 
‘BI HEZARAN GIRTÎ BIDARVEKIRINÊ RE RÛBIRÛ NE’ 
 
Silawî destnîşan kir ku li girtîgehan bi hezaran kes bi cezayên darvekirinê tên darizandin û cezayê darvekirinê li sedan kes hatiye birîn û wiha axivî: “Çavê hemû girtiyên bi darvekirinê re rûbirû ne li gelên din e. Ji bo vê divê ji destê kê çi bê bike. Divê hemû dinya destê xwe deyne ser wîjdanê xwe. Dewleta îslamê bi derewan dixwaze pêşî li piştevaniyê bigire. Ji bo nûçeyên darvekirinê li ser çapemeniyê belav nebin, çi ji destê rejîmê tê dike û dizane ku wê berxwedan li dijî wê li pêş bikeve. Lewma rejîm zextan li ser malbatên qurbaniyên darvekirinê zextan dike. Em neçarin ku hesabê her qurbaniyek ji rejîmê bipirsin.”
 
HETA AZADIYÊ TÊKOŞÎN 
 
Silawî destnîşan kir ku ew ê heta azadiyê têbikoşin û got: “Gotinek Mahmut Dervîş heye; Neron mir lê Roma dijî. Em jî dibêjin ku wê dawiya dawî Neron bimire lê belê wê welatê me her hebe.” 
 
MA / Bêrîvan Kûtlû