Yekîtiya Welatên Ereb ji bo Tikriyê gotin: Efrîn hat dagirkirin

  • cîhan
  • 11:43 13 Nîsan 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN -Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Welatên Ereb ên li Paytexta Erebîstana Siûdî ya Riyadê kom bûn bi yek dengî, diyar kirin ku Tirkiye Efrîn dagir kir û Enqere şermezar kir.
 
Li gor nûçeya Frans Pressê (FP), Wezîrê Karên Derve yên Yekîtiya Welatên Ereb ji bo amadehiya zîrweya Yekîtiya Welatên Ereban 29'ê Nîsanê ku li bajarê Zahrana Erebistana Siûdî were lidarxistin li Riyadê civînek pêk anîn. Wezîrê Karê Derve yên Welatên Ereb, piştî civînê diyar kir ku Efrîn ji aliyê Tirkiyeyê ve hat dagirkirin û Tirkiyeye şermezar kir.
 
Di daxuyaniya hat dayîn de wiha hat gotin: “Dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê dê tu çareseriyekê ji pirsgirêkên Sûriyeyê neyîne.” 
 
Yekîtiya Welatên Ereb di berdewamiya daxuyaniya xwe de destwerdana Îranê ya dinava Sûriyeyê de jî şermezar kir û ev destdirêjiya Îranê ya li ser Sûriyeyê qebûl kir.