Di êrişa çekdarî ya li Sirbistanê de 8 kes mirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Sirbistanê Belgradê wesayîteke li ser rêya xwe diçû bi çekên otomotîk li derdorê gule reşandin. Di encama êrişê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn. 
 
Li Mladenovac a li nêzî paytexta Sirbistanê Belgradê, wesayîteke ku li ser rêya xwe diçû bi çekên otomatîk gule li derdorê reşandin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Sirbistanê, di êrişê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku êriş ji hêla kesê bi navê U.B. ê 21 salî ve hatiye kirin, dora êrişkar hatiye girtin. Wezaretê da zanîn ku êrişkar naxwaze teslîm bibe û hêj jî li derdorê guleyan direşîne. 
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di roja çarşemê de jî li Dibistana Seretayî ya Vladislav Ribnikarê, di encama êrişa çekdarî ya xwendekarê bi navê K.K. ê 14 salî de ku diçû pola 7’an, 8 jê zarok û yek jî peywirdarê ewlekariyê bi giştî 9 kes hatibûn kuştin.