Trump peyamek nû belav kir: Dibe ku di demek nêz pêk were!

  • cîhan
  • 14:24 12 Nîsan 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN  - Serokê DYA'yê Trump têkildarî mudaxeleya li ser Sûriyeyê peyamek nû belav kir û got: “Dibe ku di demek nêz de be û dibe ku ne di demek nêz de be.”
 
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump têkildarî mudaxeleya li ser Sûriyeyê li ser twîtterê xwe ev peyam belav kir: “Têkildarî mudaxeleya li ser Sûriyeyê, min dem diyar nekir. Dibe ku di demek nêz de pêk were û dibe ku di demek nêz de pêk neyê! Di her rewşê de, di dema rêveberiya min de DYA ji bo DAIŞ'ê ji herêmê derbixe têkoşînek baş da. Spas ji Amerîkayê re.”
 
Donald Trump di 11’ê Nîsanê de jî li ser twîtterê gotibû ku "Bila Rûsya li bendê be, fuzeyên me tên."