Wezîrê Xebatê yê Ûgandayê ji aliyê parêzkarê xwe ve hat kuştin

img
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Xebatê yê Ûgandayê Charles Okello Engola, li mala xwe ji aliyê parêzkarê xwe ve bi çekê hat kuştin. 
 
Hat diyarkirin ku Wezîrê Xebatê yê Ûgandayê Charles Okello ENgola, li mala xwe ji aliyê parêzkarê xwe ve bi çekê hatiye qetilkirin. 
 
Seroka Meclisa Ûgandayê Anîta Amongê daxuyand ku Engola îro danê sibehê ji aliyê parêzkarê xwe ve hatiye kuştin û parêzker piştî ku Engola kuştiye bera xwe jî daye. 
 
Nehat eşkerekirin ku bê parêzkar çima Engola kuştiye.