Trump: Rûsya amade be, fuzeyên me tên, bi ser de jî hemû nû û bi aqilin

  • cîhan
  • 15:33 11 Nîsan 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA’yê Trump, di peyamên parvekirin de diyar kir ku dê fuzeyan bavêje Sûriyeyê û ji Rûsyayê got: “Xwe amede bike fuze tên.”
 
Serokê DYA’yê Donalt Turmp di hesabê xwe yê Twîtterê de bersiv da Rûsyayê. Trump di peyama da de, diyar kir ku dê fuzeyan bavêje Sûriyeyê û ji Rûsyayê re jî got: “Xwe amede bike  fuze tên. Bi ser de jî fuzeyên xweşik, nû û yên bi aqilîne! Divê tu hevkariyê bi ajalên gelê xwe dikuşe û ji vê keyfê digire re nekî.”
 
Rusya bi lez bersîve da DYA 
 
Piştî daxuyaniya Serokê DYA'yê Trump vê carê Rusya jî bi lez bersîv da. Berdevkê Karên Derve yê Rûsya Mariya Zaharova bersîve da û got: "Divê fuzeyên bi aqil navêjin hikûmetên rewa, divê van fuzeyan bavêjin terorîstan.