Li Cezayirê balafira leşkerî ket: 257 kes mirin

  • cîhan
  • 14:48 11 Nîsan 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li balafirgeha Boufarik a Cezayirê balafira leşkerî ket. Hat diyar kirin ku di balafirê de 100 personelên leşkerî jî di navde herî kêm 257 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Televîzyona Cezayirê di nûçeyên xwe de diyar kir ku li balafira leşkerî ketiye û herî kêm 257 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li balafirgeha Boufarik a Cezayirê balafira leşkerî ket. Hat diyar kirin ku di balafirê de 100 personelên leşkerî jî di navde herî kêm 257 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî nûçeya BBC jî di balafirê de endamên Polisario Cephesi jî têde hebûn. Wezîrê Parastina Cezayirê diyar kir ku têkildarî mijarê lêpirsîn dane destpêkirin. 4 sal berê jî dîsa balafira leşkerî ketibû û 77 kesan jiyana xwe ji dest dabû.