Li Lubnanê hilbijartin hat taloqkirin

  • cîhan
  • 21:09 18 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN- Meclisa Lubnanê ji ber krîza aborî hilbijartinên herêmî heta salekê taloq kirin. 
 
Ofîsa Serokatiya Meclisa Lubnanê dauxyand ku têkildarî hilbijartinên herêmî de civîneke girtî hatiye lidarxistin. Piştî dengdayînê, biryar hat girtin ku ji ber kêmbûna maliyeyê û çavkaniyên lojîstîk ên ji bo hilbijartinên şaredariyê, hilbijartin heya 31'ê Gulana 2024'an hatin taloqkirin. 
 
Li Lubnanê diviya bû hilbijartinên herêmî di 15'ê Gulana 2022'yan de bihatan kirin. Lê belê meclisê bi heman sedeman hilbijartin taloqî Gulana 2023'yan kiribûn.