Dê vegera Sûriyeyê ya li Yekitiya Ereban bê nîqaşkirin

  • cîhan
  • 11:51 14 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Ereban dê îro civînekê li dar bixe û biryarê bide bê ka Sûriye dê li Yekitiya Ereban vegere yan na. 
 
Wezîrên karên derve yên Misir, Urdun, Iraq û welatên Konseya Hevkariya Kendavê (KÎK) îro dê li Cîddeyê civîna îstîşareyê li dar bixin. 
 
Di civînê de dê ji bo vegera Sûriyeyê ya li Yekitiya Ereban û tevlibûna wê ya li lûtkeya Ereb a ku tê payîn di meha pêş de li Riyadê bê lidarxistin biryareke teqez were dayîn. 
 
Çavkaniyeke dîplomatîk a ereb têkildarî mijarê bi Şarku’l Avsatê re axivî û got ku biryara vegera Sûriyeyê li Yekitiya Ereban êdî gihiştiye astekê û li çendek paytextên welatên ereb ji bo vê mijarê nêrîneke erênî heye.