Îsraîlê careke din êrişî Sûriyeyê kir

  • cîhan
  • 10:23 9 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji ber êrişên li dijî herêma Golanê, hêzên wan gelek deverên Sûriyeyê bombebaran kirine. 
 
Artêşa Îsraîlê bi hinceta ku li dijî qadên Golanê yên îlheqkirî rokêt hatine avêtin, gelek deverên Sûriyeyê topbaran kir. Artêşa Îsraîlê têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku hêzên wan deverên Sûriyeyê yên rokêt lê hatine avêtin topbaran kirine û droneyek bi kar anîne. 
 
Têkildarî mijarê çavkaniyeke leşkerî bi Ajansa Nûçeyan a SANA’yê ya bi ser hikûmeta Şamê ve ye axivî û êriş piştrast kir. 
 
Çavkaniya leşkerî wiha got: “Îro di danê sibehê saet derdora 05.00’an de ji Golan a di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye, gelek qadên li başûr hedef hatin girtin. Di êrişan de ziyanên madî çêbûn.”