‘Li Sûriyeyê 8,8 milyon mexdûrên erdhejê hene’

  • cîhan
  • 16:51 19 Sibat 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - NY’yê ragihand ku di encama erdheja 6’ê sibatê de li Sûriyeyê 8,8 milyon kes mexdûr bûne. 
 
Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY), di encama erdheja di 6’ê sibatê de li Sûriyeyê 8,8 milyon kes mexdûr bûne. Cîgirê Nûnerê NY’yê yê Sûriyeyê Nejat Rochdî, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî çendek agahî parve kir û wiha got: “Gelemperiya van mirovan pêdiviya wan bi alîkariyê heye. NY, bibiryar e ku hîn bêhtir alîkariyê bide sûriyeyiyan.” 
 
Koordînatorê Rewşên Lezgîn ê NY’yê Martin Griffiths da zanîn ku di dema serdana xwe ya herêmê de dît ku li herêmên di bin kontrola komên çekdar de alîkarî bi mexdûrên erdhejê re nayê kirin. Çavdêrên mafên mirovan destnîşan kir ku NY li rastî astengiyên burokratîk tên û ji ber rêyên rûxiyayî yên li herêmê, li şûna TIR’ên mezin alîkarî bi kamyonên biçûk tên şandin. 
 
Hat ragihandin ku NY’yê heta niha zêdetirî 140 kamyonên alîkariyê li ser Tirkiyeyê derbasî herêmên di bin kontrola komên paramîlîter de hatine kirin. Li gorî NY’yê; hewcehî herî zêde bi konan heye.