WHO: Em bûn şahidê karesata herî xirab a sedsalê

  • cîhan
  • 18:33 14 Sibat 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dîrektorê WHO'yê yê Ewropayê Hans Kluge, erdheja li Bazarcixa Mereşê ku bû bû cihê karesateke mezin wekî "Karesata herî xirab a sedsalê ya Ewropayê" pênase kir û got: "Ji bo saxkirinê wext û hewldaneke awarte divê." 
 
Dîrektorê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) yê Ewropayê Hans Kluge, erdhejên li Mereşê çêbûn û bandorên wê nirxandin. Kluge destnîşan kir ku li Tirkiye û Sûriyeyê pêdiviya nêzî 26 milyon mirovan bi alîkariyê heye û piştgiriya xwe ya ji bo xebatên hevpar ên alîkarî û lêgerîn û rizgarkirinê daxuyand. 
 
BANGAWAZIYA JI BO 43 MILYON DOLAR ALÎKARIYÊ
 
Kluge anî ziman ku WHO ji bo têkoşîna li dijî erdheja li Tirkiye û Sûriyeyê banga ji bo 43 milyon dolar alîkariyê daye destpêkirin û got ku piştî wextekê li bendê ne ku ev hejmar du qatan zêde bibe. 
 
Kluge, van erdhejên ku li 10 bajaran bûne cihê karesateke mezin wekî "Karesata herî xirab a sedsalê ya Ewropayê" pênase kir û got: "Em mezinbûna van erdhejan hê jî hîn dibin. Maliyeta wê ya rast nayê zanîn. Ji bo saxkirinê wext û hewldaneke awarte divê. Lê çi qas wext bixwe bila bixwe, WHO dê li cem gelên Tirkiye û Sûriyeyê be."