Dîrektorê Giştî yê DSO’yê: Em ji bo herêmên agahî jê nayên girtin bi fikarin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dîrektorê Giştî yê DSO’yê Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus, têkildarî erdheja ku navenda wê Mereş û Dîlokê wiha daxuyand: “Bi taybetî em ji bo herêmên agahî jê nayên girtin bi fikarin.”
 
Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (DSO) Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesûs têkildarî erdhejên ku navenda wan Mereş û Dîlok bû axivî. Ghebreyesûs ê di Civîna Lijneya Rêveberiya DSO’yê ya li bajarê Cenevreyê de axivî, diyar kir ku ji ber agahiyan ji herêmên erdhejê ku bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan nagirin bi fikar in. 
Ghebreyesûs, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Bi taybetî em ji bo herêmên agahî jê nayên girtin bi fikarin. Nexşeya zirarê ji bo me rêyeke ku em berê xwe bidin ku derê.”