Wezîra Parastinê ya Almanyayê Lambrecht îstîfaya xwe da

  • cîhan
  • 15:16 16 Çile 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîra Parastinê ya Almanyayê Christine Lambrecht îstîfaya xwe da Serokwezîr Olaf Scholz. 
 
Wezîra Parastinê ya Almanyayê Christine Lambrecht ji Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz xwest ku ji peywirê bigire. Di demên dawî de bi sedema ku piştgiriyê nade Ûkraynayê, gelek rexne li Lambrecht dihatin kirin û li ser vê yekê biryar da ku peywira xwe dewr bike. 
 
Christine Lambrecht ev nêzî 25 sal in di siyaseta Almanyayê de cih digire. Piştî perwerdeya hiqûqê, heta demekî parêzertî kir û di sala 1998’an de weke parlamenter hate hilbijartin. Heta sala 2017’an jî di hemû hilbijartinên parlamentoyê de hate hilbijartin û heta demekî dirêj Serokwekîltiya Koma SPD’ê ya Parlamentoyê kir. Lambrecht, piştî ku Katarina Barley ji bo Parlamentoya Ewropayê hatî hilbijartin, di sala 2019’an de li şûna wê hat peywirdarkirin û bû Wezîra Edaletê ya Almanyayê.