Îsraîlê Balafirgeha Şamê bombebaran kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê da zanîn ku Îsraîlê Balafirgeha Şamê bombebaran kiriye. 
 
Balafirgeha Şamê ya li paytexta Sûriyeyê duh di saetên şevê de hate bombebarankirin. Hat ragihandin ku di encama êrişê de 2 jê leşker bi giştî 4 kes hatine kuştin. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê da zanîn ku piştî bombebarana Îsraîlê, balafirgeh êdî ji xebatê derketiye. 
 
Li gorî Çavdêriyê, Îsraîlê li gel depoyên çekan her wiha noqteyên Hîzbûllah û komên nêzî Îranê yên li derdora balafirgehê jî bombebaran kirine. 
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Îsraîlê di 10’ê hezîranê de jî heman balafirgeh bombebaran kiribû û di encamê de du pîstên daketina balafiran betal bûbûn.