Li Bernê mîtînga ‘Bila Komkujiya Parîsê bê ronîkirin‘ hat lidarxistin

  • cîhan
  • 19:59 30 Kanûn 2022
  • |
img
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdên li Kantona Bernê ya Swîsreyê bi dirûşmeya “Bila Komkujiya Parîsê bê ronîkirin“ mîtîng li dar xistin.
 
Li Kantona Bernê ya Swîsreyê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Mahîr Atakan û Meclîsa Jinê ya Berjîn Zenda bi dirûşmeya “Bila Komkujiya Parîsê bê ronîkirin“ mîtîng hat lidarxistin. Di mîtîngê de wêneyên qurbaniyên Komkujiya Parîsê endama Konseya Rêvebir a KCK’ê Evîn Goyî (Emîne Kara), Mîr Perwer (M. Şirîn Aydin) û Abdurrahman Kizil hatin hildan.
 
‘BILA FRANSA BERPIRSYARÊN SEREKE EŞKERE BIKE‘
 
Mîtîng bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di mîtîngê de Parlamenterê HDP’ê Mûsa Farisogûllari axivî. Farisogullari anî ziman ku ew kurd dostên hemû gelan in û got: “Em timî hewl didin ku dostaniya xwe nîşan bidin. Em dostên Swîsre, London û hemû welatên Ewropayê ne, bila ew jî vê yekê bizanibin. Lê Sakîne li ser van axan hat qetilkirin û me ev yek ji bîr nekir. Piştî 10 salan li Fransayê sê hevalên me yên din hatin qetilkirin. Bila dewleta Fransayê vê qetlîamê vekole. Eger ew dostê gelê kurd e, nexwe bila berpirsyarên sereke eşkere bên eşkerekirin." 
 
Li ser navê SYKP’ê jî Tûncay Yilmaz axivî. Yilmaz diyar kir ku fikarên wan yên li ser komkujiyê hene û got: “Vî kesî sê hevalên me qetil kirin, ma haya dewleta Fransayê ji vê çênebû? Çawa ev kes berî 12 rojan ji girtîgehê derdikeve û qetlîamek wisa plankirî dike? Divê beriya her tiştî dewleta Fransayê bi bicihanîna berpirsyariyên xwe vê komkujiyê eşkere bike. Hem Fransa û hem jî dewletên ewropî divê dev ji polîtîkayên xwe yên durû berdin."
 
Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.