YE plan dike ku IRGC’ê bixe ‘lîsteya terorê’

  • cîhan
  • 13:57 31 Cotmeh 2022
  • |
img
ENQERE - Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock diyar kir ku Almanya û Yekitiya Ewropayê (YE), Artêşa Mihafizên Şoreşê ya Îranê di nava “lîsteya terorê” de dinirxîne. 
 
Çalakiyên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku piştî qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Emînî hatibûn destpêkirin, berdewam in. Çalakî roj bi roj berfirehtir dibin. Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock duh ragihand ku Almanya û Yekitiya Ewropayê (YE) planan çêdike ku Artêşa Mihafizên Şoreşê ya Îranê (IRG) têxe “Lîsteya terorê”. Baerbock, diyar kir ku paketeke nû ya mieyîdeyan amade dikin û lêkolînan dikin bê ka dê IRGC’ê çawa têxin lîsteya terorê. 
 
LIHEVKIRINA PEYMANA NUKLEERÎ TUNE YE
 
Almanyayê hefteyek berê ragihandibû ku li gel pakêta mieyîdeyan a YE’yê, her wiha dê bisînorkirina vîzeyên îraniyan bêhtir bikin. Baerbock, di heman demê de destnîşan kir ku di navbera Îran û Rojava de li ser peymana nukleerî lihevkirinek nîne. 
 
Fermandarê Giştî yê IRGC’ê bi daxuyaniyekê çalakvan hişyar kiribû û gef lê xwaribû ku dê roja şemiyê bibe roja dawî ya çalakiyan. Ev hişyariya fermadarê IRGC’ê weke girankirina zexta li ser çalakvanan hat şîrovekirin. Baerbock jî piştî van axaftinan daxuyanî da. 
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku DYA’yê di 15’ê nîsana 2019’an de IRGC xistibû nava “lîsteya terorê yên biyanî.”