Dê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî di 1’ê Mijdarê de meşeke mezin bê lidarxistin

  • cîhan
  • 12:23 26 Cotmeh 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dê di 1’ê Mijdarê de li Den Haagê meşeke mezin bê lidarxistin. 

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanê-Ewropayê (KCDK-E) dê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta tirk ve li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê, di 1’ê Mijdarê de li Den Haagê meşeke mezin li dar bixe. Hevserokên KCDK-E’yê têkildarî meşê daxuyaniyek dan û wiha gotin: “Dewleta tirk di nava 6 mehan de li dijî gerîla 2 hezar û 470 caran çekên kîmyewî bi kar anîn. OPCW ku 193 welat endamên wê ne û li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ye, xwedî helwestekî wisa ye ku nayê qebûlkirin û tu eleqeya wê bi nirxên mirovahiyê re nîne. Di serî de OPCW, NATO û NY, hemû saziyên navneteweyî xwe li bêdengiyê danîn û ev bêdengî jî rê dide dewleta tirk ku bi awayekî hovane çekên kîmyewî bikar bîne.”
 
Di daxuyaniyê de banga “di zûtirin demê de peywirên xwe yên însanî, hiqûqî û gerdûnî pêk bîne” li OPCW’ê hat kirin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Dê di 1’ê Mijdarê saet di 11.00’an de li navnîşana Malieveld Den-Haagê bi tevlibûnên ji Almanya, Belçîka û Fransayê, meşeke mezin bê lidarxistin. Banga me li hemû kurdistaniyan û kesên mirovparêz ew e ku tev li vê çalakiyê bibin û seferber bibin.”