Greva birçîbûnê ya ji bo Efrînê ya li ber NY di roja duyan deye

img

CENEVRE /ATÎNA - Greva birçîbûnê ya li Atînayê ku ji bo Efrînê dest pê kir a li ber Neteweyên Yekbûyî (NY) di roja duyemîn de ye.

Greva birçîbûnê ya li paytexta Yewnanîstan Atînayê, di roja duyemîn berdewam dike. Ji ber ku destûr nehat dayîn konê çalakiyê li ber Konsolosxaneya Rûs bê vedan, çalakgeran li Qadaq Syntagmayê ya Parlamentoya Yewnanîstanê kon vedan.
 
Koma ji 40 kesî pêk tê tevî barana dijwar jî ev du roj in greva xwe berdewam dikin. Çalakger belavokên derbarê armanca grevê de li welatiyan belav dikin.