Pûtîn, biryara tevlikirina 4 herêman a Rûsyayê îmze kir

  • cîhan
  • 13:40 5 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Pûtîn, biryarnameya têkildarî tevlikirina 4 perçeyên axa Ûkraynayê ya Rûsyayê îmze kir. 
 
Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimir Pûtîn bajarên Lûhansk, Donetsk, Zaporijya û Herson’ê ku teqabûlî ji sedî 15'ê xaka Ûkraynayê dike, tev li axa Rûsyayê kiri bûn. Pûtîn, biryarnameya têkildarî tevlikirina 4 perçeyên axa Ûkraynayê ya Rûsyayê û pêjirandina rêveberiyên ku Moskovayê tayîn kirine îmze kir. 
 
Ligel biryarê herêmên Donetsk, Lûhansk, Herson û Zaporijya bi awayekî fermî weke “Li gorî Makeqanûna Federasyona Rûsyayê di nava Rûsyayê de ne” qebûl kir. 
 
Bi biryarê re nêzî ji sedî 18’î Ûkraynayê hate dagirkirin. 
 
Serokê Dewleta Ûkraynayê Vladîmîr Zelenskiy, biryara tevlikirina 4 perçeyên axa Ûkraynayê ya Rûsyayê nederbasdar îlan kir.