Di hilbijartina Swêdê de bloka rastgir bi ser ket

  • cîhan
  • 13:26 12 Îlon 2022
  • |
img
ENQERE - Di hilbijartinên giştî yên Swêdê de bloka rastgir bi ser ket ku kampanyaya xwe li dijî sûc û penaberan dimeşand. Di bloka çepgir de jî 5 kurd ketin parlamentoyê. 
 
Li Swêdê hilbijartinên giştî û herêmî hatin kirin. Li Swêdê 7 milyon û 770 hezar kesan deng dan. Dema dayîna dengan li gorî saeta herêmî duh di 20.00’an de bi dawî bû. Ji sedî 90’î sindoqan hatin vekirin û li gorî daneyên nefermî, bloka rastgirt ji sedî 49,7 û bloka çepgir jî ji sedî 48,8’î dengan wergirtin. Di parlementoyê de ku 349 kursî hene, bloka çepgir 175 kursî û bloka çepgir jî 174 kursî bi dest xistin. 
 
Balkêşe ku di hilbijartinê de Partiya Demokratan a Swêdê (SD) ku bi nêrînên xwe yên nîjadperest tên naskirin, dengê xwe derxist ji sedî 20,6’an. Bi vê yekê re li welêt bû duyemîn mezintirîn partî. Di hilbijartinên sala 2018’an de bi rêjeya ji sedî 18’an ve sêyemîn mezintirîn partiya Swêdê bû. 
 
PARLAMENTERÊN KURD
 
Li gorî encaman, ji namzetên kurd Sara Seple ji Partiya Demokratan a Swêdê, Kadîr Kasirga, Lawên Rêdar û Serkan Kose ji Partiya Sosyal Demokrat û Gulan Avci jî ji Partiya Lîberal a Swêdê hatin hilbijartin.