CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe

  • cîhan
  • 13:58 10 Îlon 2022
  • |
img
ENQERE - Generalê DYA’yî Erik Kurilla ku çû serdana Kampa Holê diyar kir ku çareseriya mayînde ew e ku her welatek hemwelatiyê xwe li xwe vegerîne. 
 
Di 7’ê îlonê de li Kampa Holê di navbera endamên DAIŞ’ê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de pevçûn derket û 2 endamên HSD’ê jiyana xwe ji dest dan. Dîrektorê Ragihandinê yê CENTCOM’ê Mîralay Joe Buccino di heman rojê de daxuyaniyek da û wiha got: “Dê hewldanên HSD’ê yên ji bo tunekirina DAIŞ'ê bidomin.” General Erîk Kurîlla jî di 9’ê îlonê de çû serdana kampê, ji malbatên şervanan sersaxî xwest û têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da. 
 
Di daxuyaniyê de ji ewil sersaxî ji malbatên şervanan hat xwestin û hat diyarkirin ku di dema hewldanên HSD’ê yên ji bo tunekirinê de dilê wan bi HSD’ê re ye. 
 
Bi domdarî ev tişt hatin gotin: “Xebatên paqijkirina Kampa Holê ji DAIŞ’ê berdewam in. Operasyoneke berfireh û krîtîk e ku dê aramî û ewlehiyê bîne kampê. Me dît ku endamên DAIŞ’ê jin zincîr kirine, jin dîl girtine, îşkenceyê li şêniyên kampê dike û hewl didin wê bîrdoziya xwe ya rezîl belav bikin. Gelemperiya şêniyan hewl didin ji DAIŞ’ê birevin. Lê DAIŞ vê kampê weke çavkaniya berhevkirina leşkeran û belavkirina bîrdoziya xwe dibîne. Lewma divê em DAIŞ’iyên li vê kampê li welatên wan vegerînin û bi qasî ji dest tê wan rehabîlîte bikin. Ev yek, gelek girîng û lezgîn e. 
 
XEBATÊN HEVPAR DÊ BIDOMIN
 
Ji bo ewlehiya kampê û şert û mercên li kampê, xebatên me yên hevpar ên bi HSD’ê re didomin. Xebatên bi hev re yên li Kampa Holê û yên ji bo têkbirina mayînde ya DAIŞ’ê, berdewamiya xebatên me yên hevpar e. 
 
JI REWŞA XERAB SÛD DIGIRIN
 
Ev kampa navborî ji bo herêmê talûkeyeke mezine. Her wiha nûnertiya karesateke mirovî ye. Ez îro li kampê bi çendek endaman re axivîm. Wan nîqaşan, xetereya heyî baştir da fêmkirin.  Ji sedî 90’î şêniyên kampê jin û zarok in. Di bin konan de dijîn û êşeke giran dijîn. Îro dema em li vir, pileya germahiyê gihişt 37’an. Derfetên wan nînin ku xwe ji germahiyê biparêzin. DAIŞ jî ji van şertên giran sûd digire. Mehane 80 jin li vê kampê zarokan diwelidînin. Ji bo nifşê nû yê DAIŞ’ê çavkaniyeke. Ji sedî 70’î nifûsa kampê di bin 12 saliyê de ye. Ji ber şertên giran, ev ciwan li hemberî tundrewiyê bêparastin in. Gelemperiya şêniyên kampê DAIŞ’ê red dikin û dixwazin bo civakê tiştekî bikin. Ji wan gelek jê dixwazin vegerin welatên xwe. 
 
ÇARESERIYA LEŞKERÎ NAYÊ DÎTIN
 
Li dijî xetereya li Kampa Holê, çareseriyeke leşkerî pêkan nîne. Ez ji vê piştrast im. Çareseriya herî guncav ew e ku her welatek, hemwelatiyên xwe li xwe vegerîne, wan rehabîlîte bike û dîsa têxin nava jiyanê. Ji şêniyên kampê nîvî bêhtir hemwelatiyên Iraqê ne. Ez Iraqê pîroz dikim ku di mijara vegerandina hemwelatiyên xwe de pêşketina wan heye. Divê ev hewldan hîn zêdetir bibin. Heke Iraq hemwelatiyên xwe bibe û rehabîlîte bike, dê pirsgirêka heyî bêhtir bê serûberkirin. 
 
PÊDIVÎ BI ÇARESERIYEKE NAVNETEWEYÎ HEYE
 
Vê rewşê hewcehiya xwe bi çareseriyeke navneteweyî heye û karesateke navneteweyî ye. Ji bo vê jî divê civaka gerdûnî bêhtir bala xwe bide ser vê pirsgirêkê. Dema em li DYA’yê dinihêrin, hewcehî bi nêzikatiyeke giştî heye. Ji bo başkirina ewlehî û şertên kampê, bi hikûmeta DYA’yê re diaxivim.”